Ji bona xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê dawî be û PKKê ji Kurdistanê derkeve qempenyaya me didomîne…


([email protected])

 

Dive her kurdperwerek ji vê qempenyayê re xwedî derkeve…

Wek tê zanîn PKKê roja ku wek rêxistineke operasyonel û li dijî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bi destê dewletê hat ava kirin, pêşî li Bakûrê Kurdistanê, pişt re jî  li Başûrê Kurdistanê, li Rojhelate Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê bû tehluke û xeteriyeke mezin.


PKKê li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê li ser navê dewletên dagirker û kolonyalîst çi xirabî kiriye, tê zanîn.  Bı dehsalan e ku ez û gelek nivîskarên Kurdistanê, siyasetvan û rêxistinê Kurdistanê ev xirabiyê PKK dinivîsînin, tînin ser zimên.


Wek tê zanîn PKKê ji bona ku piştî Şerê Kendavê (Korfezê), Herêma Azad ya Kurdistanê ji holê rabe, bi daxwaz û bi piştgiriya çar dewletên dagirker êriş kir. Lewra dewletên dagirker û kolonyalîst ji tirsên Emerîka û tîfaqakarên Emerîkasyê, nedikarî bi xwe êrişî Herêma Azad ya Kurdistanê bikin, PKKê bi kar anîn. Di encam wî şerî de 3500 pêşmergeyên delal û di dilê kurdan de dijî hatin şehîd kirin.


Beriya ku Dewleta Federal ya Iraqê di sala 2005an de piştî rûxandina rejîma Baasê encama referandûmê bi makezagonê bê qebûl kirin, Rejîma Baasê-Seddam gelek gund xistibûn bin bandor û îşgala PKKê. Wek piştî salên 2011an çewa ku Rejîma Baasê ya Sûriyeyê Kurdistan teslîmî PKK/PYDê kir. Pişt re jî PKKê li ser navê Baasê-Seddam wekaletea xwe domand. Li Qendîlê, li gelek gundan, li Maxmûrê cîwar bûn û dagir kirin. Roj bi roj xetirtir bûn. Di êrîşa DEAŞê de piştî ku pêşmergeyan Şendal rizgar kirin, Şengal dagir kirin.


Ew xeterî û dagirkeriya wan, heta îro jî dom dike. Ew nahêlin ku gund ava bibin. Ji gumdiyan xerac digrin û dikûjin. Zarokên wan direvînin, didin kûştin û dikûjin.


Li hemberî ev ev xeteriya wan û ji bona ku ew ji Herêma federe ya Kurdistanê derkevin gaveke hat avêtin. Bi serpereştiya Neteweya Yekgirtî di navbera Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de Peymana Şengalê pêk hat. Emerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê jî, ji peymanê re piştgirî nîşan dan.


Peymana Şengal dibêje ku divê PKKê û Haşdî Şabîî ji Şengalê derkeve.


PKKê piştî peymanê har bû. Li dijî Herêma Ferdere ya Kurdistanê şer îlan kir.

Wê demê hemû kurd û em jî li vê xeteriyê û êrîşê bûn xwediyê helwest.


Ez jî di nav de, 400 rewşenbîr û siyasetvan û nivîskar û hiqûqzane û karmendên  kurd di Degrerasyonekê de li hevdu kirin. Di deglerasyonê de rewşa PKKê analîz kirin, di encamê de daxwaz kirin ku 1- PKKê ji bona ku ji desthilatdarı û serwerî û dezgehên Kurdistanê re rêzgirtî be. Divê dest ji çek berde. Wek grubeke medenî jiyana xwe li Başurê Kurdistanê bidomîne.


2-PKKê heger çek bernede, divê çekdarê xwe ji Herêma Federe ya Kurdistanê bikşîne vegere bi Dewleta Tirk ve berember be.


3-Dema ku PKKê ev herdu daxwazan pêk nînbe, divê d_Deleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê PKKê wek rêxsitnieke neyasayî îlan bvike. Gor wê li hemberî wan mûaemele bvike. Wan bigre, darizîne siza bike, heger li ber xwe dan wan bêdeng bike.


Me ev deglerasyon ji raya giştî ya Kurdistanê û Tirk re bi raya çapemenî diyar kir.

Di civîna çapemenî de me diyar kir ku emê biçin bi Meclîsa Kurdistanê, bi serokatiya Kurdistanê, bi Hikûmeta Kurdistanê, bi partiyên Kurdistanê, dezgehên sivîl yên Kuırdistanê, bi çapemenî re danûstandin bikin. Li pêş Meclîsa Kurdistanê jî, civîna çapemenî pêk tÎnin.


-BI MECLÎSÊ RE HEVDÎTIN: Ji bona ku serweriya neteweya kurd û Kurdistanê ji aliyê Meclîsê de tê temsîl kirin, me di destpêkê de bi Meclîsê re danûstan din kir. Danûstandina me gelek serkeftî bû. Me nêrînên xwe gelek bi zelalî bi devkî diyar kir û me deglerasyona 400 kurdperwerî jî pêşkêş kir. Dîwana Meclîsê qiymeteke baş dan danûstandina me. Helwesta me wek piştgiriyek û rê ronîkirineke baş şirove kirin. Di Şanda Meclîsê de berpirsiyarên Tirkmenan û Xirisitiyanan hebûn. Wan di derbarê xeteriya PKKê agahdariya baş dan. Berpirsiyarê Xiristiyanan diyar kir ku gundên wan, ji PKKê re bûn alîkar, nûha jî 245 gundên me di bin bandor û dagirkeriya PKKê de ne.


Me di heman dem de li ser navê 400 kurdperweran,

-Bİ serokatiya Kurdistanê re hevdîtın,

-Bi hikûmeta Kurdistanê re hevdîtın,

-Bi partiyên Kurdistanê (Mehteba Siyasî ya PDKê û Buroya Pêwendiyên Derve,  Malbenda Hewlêrê ya YNKê, Goran, PK, Yekgirtiya îslamî ya kurdistanê) re hevdîtin,


- Bi dezgeha Weqfa Xêrxwaz ya Barzanî re hevdîtin, pêk anî.

Me ji wan re jî, bi devkî û niviskî nêrînên gelek vekirî û  zelal anîn ser zimên, me pêşniyarên xwe pêşkêşî wan kir.


Me bi çapemeniya Kurdistanê re pêwendiyek xûrt li darxist.  Rojnamevan û ajansên Tirkan jî beşdarî civîna me ya çapemenî bûn.


Di danûstandinan de bi piranî nêrînên me hatin peşirandin.

Goran ne têde hemû rêxistinên Kurdistanê, PKKê li Kurdistanê xeter dibînin. Gelek aşkere diyar kirin ku PKKê bi her awayî zirar dide Herêma Federe ya Kurdistanê. Dixwazin ku pirsa PKKê çareser bibe.


Me tespît kir ku sebra Meclîsê, serokatiya Kurdsstanê û Hikûmeta Kudistanê hatiye dawî.

Di piranbiya partiyan der propaganda û manîpulasyona PKKê bandor çêkiriye. Bi awayekî tê diyar kirin ku pirs, pirsa PDK-PKKê ye.


Em bi hişkî çûn ser vê nêrîn û teoriyê. Me diyar kir ku armanca rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.

Me diyar kir ku Divê hemû kurd vê yekê fahm bikin, bi hev re tevbigerin.

Dema ku bi hev re tevnegerin dewletên dagirker bi riya PKKê gelek bir hêsanî dikare zirar bide we.


PKK-Ê li ber rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê, PDKê wek asteng dibîne. Loma divê hûn ji PDKê re piştgir bin.

 

Diyarbekîr, 29 Kasım 2020

Etiketler : Îbrahîm GUÇLU
Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik yorumları onaylanmamaktadır.