Hevalê Rêbaza Barzanî û Seîd Elçî Derwêşê Sado çima ajan hat nîşan?

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

Derwêş Sado encama nexweşiya koronayê di 02. 10. 220an de di şertên gelek zehmet de jiyana xwe ji dest da.

 

Zeynel Abîdîn Zinar 2011an de jiyana wî nivîsandiye. Pirtûk di Weşanxaneya PENCÎNAR de hatiye weşandin. Sipas ji wî re. Wî karekî baş kiriye. Jiyana xebatkarekî Doza Kurdistanê daîm kiriye.

 

Seîd Veroj, di derbarê jiyana Derwêşê Sado de piştî mirina wî  bi kurtî  nivîsandin. Ez jî nêrînê Seîd Veroj  parva dikim.

 

“Derwêşê Sado, di sala 1934an de ji dayik bûye û nevîyê Bişarê Çeto ye. Sadoyê bavê wî û gelek merivên wan ên din, sala 1936an ji ber êrîşên dewletê mecbûr mane ku derbasê Binxetê bin. Ew xwendina xwe ya seretayî ta bi lîseyê li Binxetê temam dike û li wê derê di serî de kesayetên navdar ên wekî Celadet Bedirxan, ji malbata Cemîlpaşa yê Diyarbekirî Ekrem, Qedrî û Wecîdî Beg, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Haco Axa û yên din nas dike, bi tesîra wan pêra fikrên neteweyî geş dibin û wî gelek helbestên Seydayê Cîgerxwîn jiber kiribûn.

 

“Piştî ku li Tirkiyê Partîya Demokrat dibe desthilatdar, efûyek giştî derxistin û bi vê efûyê ew jî careke din bi malbatî vegeriyane warê bav û kalan.

 

“Derwêşê Sado, bi nasnavê "Jîrek" yek ji damezrêner û endamê serkirdayetîya Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) bû ku di roja 11ê Temûza 1965an de li Diyarbekirê bi serokatî Seîd Elçî hatibû damezrandin. Damezrênerên din; Şerafetîn Elçî, Şakir Epozdemir û Emer Turhan bûn.

 

(Ew jî di sala 1968an de di Doza PDKTê bi Seîd Elçî û ŞakÎr Epozdemir re tê darizandin.-İ:G)

 

“Ew, bi tevî hevalên xwe di roja 21.10.1970an de li Hecîûmranê diçin zîyaretiya Mistefa Barzanîyê Nemir. Derwêşê Sado di kongreya sala 1973an de ji bo sekreterîya PDKT tê hilbijartin.

 

“Ew, piştî salên şêstî yek ji kadroyên sereke yê tevgera neteweyî ya kurd bû di rêbaza Mistefa Barzanî de. Ji ber ked û xizmeta wî ya neteweyî, di sala 2010an de bi biryara kongreya 13an a PDKê, bi nîşana Barzanî hate xelatkirin.”

 

 

HIM HEZKIR Û HIM JÎ NEHEZKIRÊN DEWREŞÊ SADO ZÊDE NE: SEDEM JÎ DÎROKÎ NE. EW HIM HEVALÊ SEROK MISTEFA BARZANÎ Û SEÎD ELÇÎ BÛ; HIM ŞOPGERÊ RÊBAZA BARZANÎ BÛ; HIM JÎ, JI SEÎD ELÇÎ RE XWEDÎ DERKET Û WEFA NÎŞAN DA…

 

Her kesî him hezkirên wî hene û him jî nehezkirên wî hene. Bi taybetî jî piştî mirina însanan kes zêde nehezkiriya xwe di derbarê wî kesî de diyar nake. Her yek ji başiya wî qal dike. Ew çandeke nebaş e. Lewra dema di xweşiya wî de nehezkirê wî yî, divê durûtî nekî û nebî hezkirên wî. An jî di xweşiya wî de tu şaşbûyî ku tu nehezkirê wî bûyî,  divê sedema hezkirina xwe ya nû diyar bikî û xwe rexne bikî. Lê di me de ew çanda tune ye.

 

Derwêşê Sado kesekî wusa bû ku di jiyana wî de jî hezkirên û nehezkirên wî zêde bûn.  Piştî ku wî jiyana xwe ji dest da jî  di derbarê wî de ew tabloya derket holê. Hezkirên wî bîrûreyên xwe vekirî diyar kirin. 

 

Lê nehezkirên wî bêdeng helwesta xwe nîşan dan. Diyar e helwesta wan konjokturel e û pragmatîst bû. Helwesta wan ya opotunîst û pragmatîst ji xurtbûn û desthilatdarbûna Barzaniyan û Rêbaza Barzanî tê.

 

Lê sedemên wê hezkirinê û nehezkirinê jî ne rojane bûn. Dîrokî bûn. Heger Derweşê Sado kurdhez û Kurdistanhez nebûya, di helwesta xwe ya kurdbûn û Kurdistanîbûnê de domdar nebûya; şopgerê Rêbaza Barzanî û hevalê Seîd Elçî nebûya; ji doza Seîd Elçî re xwedî dernekete, tu sedem tune bû ku nehezkirên wî hebin.

 

Li Bakûrê Kurdistanê û li hemû parçeyên Kurdistanê şopgeriya Barzanî gelek xeter e. Dewletên kolonyalîst li dijî Rêbaza Barzanî ne û dewletên kolonyalîst dizanin ku Rêbaza Barzanî hebûna neteweya kurd û Kurdistan parastin e. Li Kurdistanê ji desthilatdarî û sewerweriya neteweya kurd re xwedî derketine. Loma jî Rebaza Barzanî re dijminitî kirin, li berjewendita wan ya kolonyalîst e. Dewletên kolonyalîst dixwazin ku ew Rêbaza Barzanî li Kurdistanê tasfiye bibe. Di vê qonaxê de jî bi taybetî jî piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê derket holê ku dewletên dagirker û kolonyalîst loma dixwazin ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û malbata Barzaniyan û Rêbaza Barzanî şelû û tasfiye bikin.

 

Ji aliyê din ve jî damareke gelek xûrt ya Tirkiyecitî-Kemalîst, Erebcitî-Baasîst, Farsçitî li Kurdistanê din nav kurdan de heye. Ew damara jî bi xurtî  li dijî nasyonalîzma kurd e. Dijminê serxebûn Kurdistanê ye. Dijminê desthilatdarî û serweriya Kurdistanê ye. Li dijî Rêbaza Barzanî ye.       

 

Derwêşê Sado Şopgerê Rêbaza Barzanî bû, loma jî ji wî re dijminitî dihat kirin. Hîç şik tune ye ku ji hemû şopgerên Rêbaza Barzanî re dijminitî tê kirin. Ji bona ku ew bên tasfiyekirin, bi dewletên kolonyalîst re tîfaq tên kirin.

 

Divê hemû kurd vê rastiyê bizanin.

 

Li Bakûrê Kurdistanê tiştekî din yê xeter heye. Ew jî, ji Seîd Elçî re hevaltî û ji doza wî re xwedî derketine. Di esil de ev yeka bi Rêbaza Barzanî re jî girêdayî ye.

 

Seîd Elçî, ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî de tê şehîd kirin. Derwêşê Sado ji her kesekî zêdetir hewil dide û xebat dike ku rastî derkeve holê.

 

Gor baweriya min heger hewildana wî nebûya gelek hevalên wî ji tirsan re, ji bona ku Seîd Elçî bê dîtin, rastiya bûyere derkeve holê hewil nedidan û xebat nedikirin. Ji bona vê jî gelek mînak hene. Divê ew kesan rastiya xwe bizanin û diyar bikin.

 

Derwêşê Sado ji bona ku şehîdkirina Seîd Elçî derxist holê, kujerên wî diyar kir, darizandina kûjerên Seîd Elçî  û sizabûna wan pêk anî,  ji wî re dijminitî hat  kirin û ew dijminitiya dom dike.

 

Gelo Derwêşê Sado ji bona ku ji Seîd Elçî û doza wî re xwedî derket, sucdar e?  kûjerên Seîd Elçî û piştgirên kûjerên Seîd Elçî ne sucdar in? Ev edelateke çewa ye?

 

Derwêşê Sado ji bona ku ji heq û hiqûqa Seîd Elçî re xwedî derket, heq û hiqûq diperçiqîne. Piştgirên kûjerên Seîd Elçî bêedaletî û bêhiqûqî û neheqî nakin.

 

 

GELO HIM ŞOPGERÊ RÊBAZA BARZANÎ Û HIM JÎ HEVALÊ SEÎD ELÇÎ BÎ, HIM JÎ AJAN BÎ, EW ÇEWA DIBE?

 

Ajantiya Derwêşê Sado piştî şehîdbûna Seîd Elçî û tespîta kûjerên wî bû. Her kesî jî bi vê çîrokê bawer kir. Heta hevalên Derwêşê Sado yên di PDKTê jî bi vê yekê bawer kirin. Raya giştî ya kurdperwer jî bi vê yekê bawer kir.

 

Ew çıroka heta îro jî hîn ji aliyê piştgirên kûjerên Seîd Elçî û beşek kurdperwerên din ve tê parastin.

 

Heger ajantiya Derwêşê Sado rast be, nikare bibe şopgerê Rêbaza Barzanî. Derwêşê Sado him jî domdar şopgerekî Rêbaza Barzanî ye. Ji bona vê yekê hemû rîsk girtine ber çavan. Hemû jiyana xwe dayê vê riyê.

 

Gelo wê demê dê çewa bibe ajanê dewleta Tirk? Divê ev mijara zelal bibe.

 

Ew kesên dibêjin ku Derwêşê Sado ajan e, divê zirara Dewrêşê Sado daye partiyan wan, Tevgera Bakûrê Kurdistanê diyar bikin. Ew kesên ji Dewrêşê Sado re dibêjin ajan, ji PKK re nikarin bibêjin ku ew hevalbendên dewletan e.

 

Heger mirov hevalê Seîd Elçî be, gelo dê çewewa bibe ajan? Divê ew kesên hezkirên Seîd Elçî vê yekê zelal bikin. Divê ew kesên fanatîk yên  tereftarên kûjerên Seîd Elçî ne, divê vê mijarê ji aliyê xwe de jî zelal bikin.

 

Wê demê heger Derwêşê Sado ne ajan e, ku ne ajan e. Wê demê çima ji wî re “ajan” hat gotin?

 

Kesê ji Doza Seîd Elçî re xwedî derdiket ew bû û hevalên wî bû. Dema ew wek ajan bê nasandin, wê demê gotinên wî bêîtibar dibin. Nêrînên wî yên di derbarê şehîdbûna Seîd Elçî û kûjerên wî de bê îtibar dibû. Bi gotinên wî bawerî nedibû.

 

Rastî jî dema ku şehîdbûna Seîd Elçî û kûjerên wî dihat qise kirin, dihat gotin ku “bi gotin û nêrînên Derwêşê Sado bawer nekin. Lewra ew ajan e.” Kesê ku vê mijarê dizane jî ew e. Yê ku rastî derxistiye holê jî ew e. Dema bi wî bawerî nebe, nêrînên piştgirên kûjeran  giranî çê dikin û manîpulkasyonê pêk tînin.

 

Piştî rûxandina Otonomiya Kurdistanê Rêbaza Barzani bi qerardarî bes Dewrêşê Sado hevalên wî parastin. Ew kesên ji Barzanî û ji Tevgera Başûrê Kurdistanê û Otonomiyê re xwedî derdiketin jî (Wek Tevgera Rizgarî) wan Rêbaza Barzanî nediparastin.

 

Dema ku Derwêşê Sado ajan be, wê demê Rêbaza Barzanî pûç kirin hêsantir dibû. Piştgirên kûjerên Seîd Elçî jî ev yeka kirin.

 

Dema mirov dinêre senaryo û projeyeke gelek baş hatiye ava kirin.

 

Divê ev senaryo û projeya nûha şûnde bê rûxandin.  

 

 

Diyabekîr, 20. 10. 2020

Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik yorumları onaylanmamaktadır.